Pisporekî Tirk: Ji bo pirsa Kurdî dikare sûd ji destûra 1921ê bê dîtin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Danîna destûreka nû dîsa li rojeva Tirkiyeyê de ye û dema pirsa Kurdî li gengeşeyan zêde dibe, gelek alî destûra 1921ê bibîr tînin. DEM Partî amade ye ku, sûd ji destûra 1921ê were girtin lê aliyên nîjadperest ên Tirkiyeyê destûra 1921ê li ser peragala Komara Tirkiyeyê wekî gef dibînin.

Çêkirina destûreka nû ji rojeva Tirkiyeyê weki pirseka mayînde bi dehan salan e berdewam e ku mafên Kurdan li naverasta gotûbêjan cihê xwe digre. Mijara destûra nû dema di çarçoveya çareserkirina pirsa Kurdî de tê gotûbêjkirin, gelek caran destûra 1921ê tê rojevê. Yasanas di wê baweriyê de ne ku, destûra 1921ê pirsa Kurdî çareser neke jî dikare rewşa Kurdan baştir bike û bibe nimûneyeka diyar bo destûreka nû.

Yasanas Mihemed Celal Baykara ji K24ê re got: “Destûra 1921ê ji ber ku desthilata rêveberiyên xwecihî zêde dikir, Kurd dikarîbûn xwe di komara nû ya Tirkiyeyê de bibînin. Lê piştî Peymana Lozanê dema pêwîstiya dewleta Tirkiyeyê bi piştgiriya Kurdan nema, derbasî destûra 1924ê bû. Hin alî wisa hizir dikin ku, destûra 1921ê li dijî yekparebûna dewletê ye lê ev nêrîn şaş e. Ji ber ku destûra 1921ê jî destûreke ûnîter e. Xweşiya wê bo Kurdan ew bû ku rêveberiyên xwecihî li ser mijarên wekî bicihkirina mûfredata perwerdeyê, diyarkirina bûdce û aboriyê deshilatdar bûn.”

Nêrînên aliyên siyasî jî ji hev gelek cûda ne herçend hemû daxwaza destûreke nû bikin. Ne zelal e AK-Partî û MHP wekî yek difikirin an na? Lê CHP û nîjadperestên çep ji niha ve bi tûndî li dijî wê yekê ne ku behsa destûra 1921ê were kirin û di wê baweriyê de ne ku, ev destûr li ser pergala Komara Tirkiyeyê gef e. Lê hin zanyarên siyasetê didin zanîn ku, divê CHP ji bo komereke demokratîk helwesta xwe ya li ser destûrê bi taybet di çarçoveya çareserkirina pirsa Kurdî de zelal bike.

Zanyarê Siyasetê Dr. Ufuk Uras dibêje: “Pirsa kurdî dikare li ser zemîna welatîbûna destûrî de were çareserkirin. Divê CHP xwe zelal bike. An dê wekî serdema Denîz Baykal ku digot em qet di komîsyona destûreka nû de cih nagrin tevbigere, an dê wekî serdema Kemal Kiliçdaroglu ku piştgiriya destûra nû dikir tevbigere. Ya rast Ozgûr Ozel hinek erenî ye ji bo gotûbêjan lê rast niye ji destpêkê ve CHP danûstandinên li ser destûrê red bike. Wekî din jî eger heye AK-Partî pirsa destûrê wekî derfeteka hilbijartinan binirxîne.”

Berî hilbijartinan Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuşî gotibû, ew dixwazin destûreke nû ya wekî sala 1921ê bihêz û beşdarxwaz çêbikin.

Li ser çêkirina destûreka nû hemû aliyên siyasî yên Tirkiyeyê yekdeng in lê dema mesele tê li ser pirsa Kurdî nakokiyên mezin eşkere dibin. DEM-Partî û hin partiyên din ên Kurdistanî daxwaza çareserkirina pirsa Kurdî di destûreke nû de dikin lê ev pirsa dijwar ew hinde ne di xema partiyên din ên Tirkiyeyê de ye.