Amedspor ji bo Lîga 1emîn bi Igdirsporê re dilîze

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Amedspora ku nêzîkî 2 sal in di piraniya lîstikên futbolê de serkeftin bi dest xistin, li mala xwe pêşwaziya Igdirsporê dike û dê ji bo şampiyoniya lîga yekem pêşbaziyê bike. Ji bo pêşbaziya ku hemû bilêt hatine firotin, li kuçe û kolanên Diyarbekirê kelecaneke mezin heye.

Ji ber ku pêşbaziya şampiyoniyê ya navbera Amedspor û Igdirsporê li stada Diyarbekirê tê lîstin, hemû bilêt hatin firotin û alîgirên Amedsporê yên ku xwestin bilêtan peyda bikin, çend roj berê bi saetan di rêza kirîna bilêtan de man. Endamên Koma Alîgirên Amedsporê yên bi navê Azraîl, beriya pêşbaziyê ev peyam dan:

Endamê Koma Azraîl a Alîgirên Amedsporê Mustafa Adiyaman ji K24ê re got: “Em di pêvajoyeke zehmet de derbas bûn. Ji bo ku bilêtên me nekevin destên kesên ku bazirganiyê dikin, me gelek li ber xwe da. Pêşbaziya ku em ê bikin, ji bo me gelek girîng e. Em ê bi Igdirsporê re bilîzin Ew jî dostên me ne, em bi hev re çûn li mla wan lîstin, ew jî tên li mala me dilîzin. Ew ê pêşbazî gelek xweş derbas bibe. Em li dijî ne ku bilêtên me di bin destan de bên firotin, heta em sax bin jî em ê wekî Koma Azraîl a Amedsporê destûrê nedin.”

Stada Diyarbekirê yek ji stadên herî mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û xwedî 33 hezar kursiyan e. Lê di her pêşbaziya ku tê kirin de cih namîne ji ber vê jî tê payîn ku êdî dîmenên pêşbaziyan li deverên ku eleqe zêde ye, bi rêya şaşeyên mezin bên nîşandan. Alîgirên ku di nav kelecana pêşbaziyê de ne jî ev peyam dan:

Alîgir Barişcan Teslî: “Pêşbaziya ku dê were lîstin, jixwe ji bo me wekî pêşbaziya fînalê ye. Jixwe ji serê serdemê ve em ji bo şampiyoniyê bi hev ve hatin girêdan û di pêşbaziya ku dawiya hefteyê bê kirin de jî em ê bibin şampiyon û em ê vê şampiyoniyê jî diyariyê hemû welatî û xwişk û birayên xwe yên li derveyî welêt dijîn bikin.”

Amedspora ku di 2yemîn ye, heger li dijî Igdirsporê bi ser bikeve, dê dê şampiyoniya xwe ragihîne û cara yekem derkeve lîga 1emîn. Ji ber ku eleqeyeke zêde ji bo temaşekirina vê pêşbaziyê heye, dê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, car din bi şaşeyên mezin piştgiriya temaşekirinê bide alîgiran.