Rêbiwar Talebanî: Ti niyaza Iraqê ji bo cîbicîkirina madeya 140 nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêbiwar Talebanî, Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê de ji K24ê re got, Iraq ji ber sedemên dîrokî, ti niyeta wê ya cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê nîne.

Rêbiwar Talebanî derbarê hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ragihand, Parlamentoya Iraqê bi wan 13 biryarên ku li ser hilbijartinên Encûmenên Parêzgeha Kerkûkê de dane, piştî wan hemû salan eger hilbijartin li Kerkûkê nehatibe kirin, baştir dibû. Ji ber ku encûmena hilbijartî ti nirx û desthilatekê wê nîne. Piştre di dabeşkirina postên îdarî de, rêz li dengên dengderan nehat girtin û divê post bi lihevhatinekê bên dabeşkirin û bi vî awayî ti nirxek ji proseyeke demokratîk re namîne. Ji ber wê jî ew prose ne yasayî û nebaş bû û armanc jî ew bû ku nehêlin kurd li Kerkûkê dîsa bibin desthilatdar.

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku Erebên hawerde di heyama desthilatdariya rejîmên berê de, zulm li Kurdan kirine û niha jî dixwazin heman reftarê li dijî Kurdan bi siyaseta erebkirin û guhertina demografî li Kerkûkê dubare bikin.

Derdarê cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê de jî Rêbiwar Talebanî got: navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku weke navçeyên nakok hatine naskirin, divê bi hevbeşî ji aliyê Iraq û Herêma Kurdistanê ve bên birêvebirin. Nexwe divê çarenivîsa herêman bi referandumê bê diyarkirin. Lê mixabin hikûmeta Iraqê ji sala 2003an ve li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî îdare dike. Ti niyeta wan bi cîbicîkirina madeya 140 û diyarkirina çarenivîsa wan navçeyan nîne, ji ber wê jî diviyabû di civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê de, bi danîna çend kursiyan ji bo Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din, kar li ser diyarkirina çarenivîsa wan navçeyan bihata kirin.