Umêd Xoşnaw li ser bilindkirina alaya Tirkiyeyê peyamekê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Ev ne cara yekê ye ku di dema hatina serokên welatan de alayên welatan li Kela Hewlêrê tên bilindkirin”. Herwesa dibêje, “Ev mijareke protokolî ye û li hemî cihan; karên wesa hatine kirin û tên kirin”.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji K24ê re ragehand, “Ev ne cara yekê ye ku di dema hatina serokên welatan de alayên welatan li Kela Hewlêrê tên bilindkirin”.

Parêzgerê Hewlêrê amaje jî da, “Ne tenê alaya Tirkiyeyê ye, belkî alayên Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê bi hev re hatine çêkirin”.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Ev jî mijareke protokolî ye û li hemî cîhanê karên wesa hatine kirin û tên kirin”.

Cadeyên Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi alayên Kurdistan, Îraq û Tirkiyeyê hatine xemilandin, ku biryar e vê êvarê serdana Hewlêrê bike.