PWK Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike

Partiya Welatparêzên Kurdistanê
Partiya Welatparêzên Kurdistanê

Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWKê, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, daxuyaniyeke nivîskî da û 126 saliya Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanên Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniya PWKê de bal li ser keda malbata Bedirxaniyan a di warê rojnamgeriyê de hat kişandin û hat gotin ku “Rojnameya pêşîn a Kurdî ya bi navê ‘Kurdistan’ di 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji aliyê kurê Mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin. 75 salan piştî derketina vê rojnameyê, di 1973an de li Başûrê Kurdistanê, 22yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi yasayî çi dijyasayî) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê her dem dewletên desthilatdar li hember van kovar û rojnameyan, li hember berpirsiyar û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kirin e. Gelek rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindanîkirin û kuştin. Heta îro jî rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayeke azad bi cih bînin. Weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tê girtin. Di şerê ku li Bakurê Kurdistanê de didome de bûne hedefek pêşîn.”

Her wiha di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnamegeriya Kurdî ji aliyekê ve jî mirêka têkoşîn, trajedî û rewşa ronakbîr û civata Kurdî ya dema hişyarbûna neteweyî ye.