Mesrûr Barzanî: Me danûstandineke berhemdar bi Serokkomarê Tirkiyeyê re kir
Kurdistan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Herêma Kurdistanê
Serok Barzanî
Nêçîrvan Barzanî
Tirkiye
Erdogan
Serdan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Me bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re danûstandineke berhemdar li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hejmareke mijarên din kir”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 23.04.2024) di derheqa serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Hewlêrê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Bi Serok Barzanî û Serokê Herêmê û berpirsên din ên re, min bi dilxweşî pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Herêma Kurdistanê kir”.
Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Me danûstandineke berhemdar li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hejmareke mijarên herêmî kir”.