Newzad Çîçek: Bihêzî û tenahiya Hewlêrê yanî bihêzî û tenahiya Diyarbekirê

Newzad Çîçek
Newzad Çîçek

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîser û Rojnamevanekî Tirkiyeyê radigehîne, “Medyayên Tirkiyeyê bi awayekî taybet serdana Erdogan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê romal dikin û sê dozên serekî li ser wê serdana bûne serdêrên nûçeyan; PKK, av û Rêya Geşepêdanê, û ji bo Herêma Kurdistanê jî pirsa hinardekirina petrolê.

Nivîser û Rojnamevanê Tirkiyeyê Newzad Çîçek duhî (Duşem, 22.04.2024) ji K24ê re amaje bi rengvedanên serdana Erdogan a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê li navxweya Tirkiyeyê da û ragehand, “Tirkiye dixwaze Bexda Rêkxistina PKKyê wekî terorist bide nasandin, li beranberî wê jî Îraq daxwaza zêdekirina berdana avê ji Tirkiyeyê dike”.

Wî nivîser û rojnamevanî herwesa got, “Serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê gelek giring e. Enqere dixwaze hevahengî û hevkariyên temam bi Îraqê re hebin, xasma di dozên ewlehî û aborî de. Di eynî demê de Rêya Geşepêdanê jî ji bo Tirkiyeyê gelek giring e, ku dixwaze ji bilî feydeyê wê yê bazirganî, bi wê rêyê ewlehî û seqamgiriya deverê jî parastî be”.

Newzad Çîçek amaje jî da, “Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê ji bo Silêmaniyê jî peyamek e ku heta niha asmanê Tirkiyeyê ji bo balafirên Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nehatiye vekirin, lewma ji aliyê siyasî ve ev serdana Erdogan giringiya xwe heye”.

Navbirî tekez jî kir, “Serdana Erdogan ji bo Hewlêrê giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê diyar dike. Yanî hindî Bexdayê giringî bi Hewlêrê jî tê dan. Ji bilî arêşeyan PKKyê, me çi arêşe bi Herêma Kurdistanê re nînin. Tevî wê jihevbelavbûna ku li Îraqê heye, Kurdistanê kariye seqamgiriya xwe biparêze. Ez dixwazim rastgo bim; bihêzî û tenahiya Hewlêrê yanî bihêzî û tenahiya Diyarbekirê”.