Mezintirîn Senterê Hîmofîlyayê li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Careke din pareke giring a Nexweşxaneya Nanekeliyê dest bi xizmeta welatiyan dike, ku ev cara yekê ye li ser astê Îraqê ew xizmetkarî peyda dibe”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Sêşem, 23.04.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Li Senterê Hîmofîlyayê ku îro li bajarê Hewlêrê tê vekirin, heft cûnên dermanan hene ku bi çi rengan li dermanxaneyan û kertê taybet nînin ji ber ku ev taybet girêdayî dermanxaneyê vê nexweşxaneyê û hikûmetê ne. Herwesa nexweş di mehekê de du caran wan dermanan werdigirin, bihayê wan sê hezar û 500 dolar in, ji bo çarekirina Hîmofîlyayê tê bikaranîn, herwesa mezaxtiyê hin nexweşan mehane zêdetirî 14 hezar dolaran e”.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ev derman hemî ji bo nexweşan in û her nexweşekî jî tomara xwe heye, herwesa fail û dozên wan li senterî hene û çareseriya xwezayî jî werdigirin”.

Saman Berzincî li dawiyê jî destxweşî li Dr. Kameran û binemala Ehmed Ismaîl Nanekelî kir ku berdewam di bizava çêkirina nexweşxaneyan û alîkariya nexweşan de ne, herwesa berdewam alîkarî û piştevaniya nexweşan û hikûmetê jî kiriye.

Tevî ku ev ne cara yekê ye alîkariyê dikin û berdewam in jî, niha jî senterekî mezin ji bo cara yekê li bajarê Hewlêrê ji aliyê wan ve di piroseyên amadekirin û nexşesaziya endazyarî de ye, ku senterê çandina mejiyê hestiyan e. Ji bilî ku berdewam dermanan ji bo dermanxaneyên hikûmetê jî dabîn dikin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Careke din pareke giring a Nexweşxaneya Nanekeliyê dest bi xizmeta welatiyan dike, ew jî para Hîmofîlyayê ye ku hejmareke zêde ya kesên ku ew nexweşî heye dê feydeyî jê werbigirin”.

Parêzgerê Hewlêrê destxweşî li binemala Dr. Kameran kir ku şûntilên wan li bajarê Hewlêrê diyar bûne û amaje jî da ku ew di karên xêrxwazî de bi dezgehên dewletê re jî hevaheng in.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Nexweşxaneya Nanekeliyê ya nexweşiyên xwînê û penceşêrê ji bilî ku di xizmeta parêzgeha Hewlêrê de ye, li ser astê Îraqê jî senterekî jêhatî ye. Ew kesên ku pêdivîtiya wan bi wê nexweşxaneyê heye çareseriyê werdigirin. Ji bilî xelkê Hewlêrê, ji hemî parêzgehên Kurdistan û Îraqê jî qesta wê dikin”.