Samanên Xwezayî: Çi behane bo berbestkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nînin

Samanên Xwezayî: Em piştevaniya Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser lihevkirina hinardekirina petrolê pabend be
Logoya Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê
Logoya Wezareta Samanên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Berpirsên Wezareta Petrolê ya Îraqê bizavê dikin ku berpirsyarîtiya sernegirtina hinardekirina petrolê bikin sûçê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”. Herwesa dibêje, “Em piştevaniya Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser lihevkirina hinardekirina petrolê pabend be”.

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 23.04.2024) ragehandinek parve kiriye û tê de hatiye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarî wan daxuyaniyên fermî ye yên ku vê dawiyê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Îraqê ve li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Ew daxuyanî bizavê dikin ku berpirsyarîtiya sernegirtina hinardekirina petrolê bikin sûçê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Wezîrê Samanên Xwezayî amaje jî daye, “Em piştevaniya Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser şertên lihevkirina meha yekê pabend be û hêsankariyan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bike. Çi behane nînin, ne di destûrê sala 2005ê de û ne jî li çi cihekî din, ku Wezareta Petrolê ya Îraqê berbestan ji hinardekriina petrolê re çê bike. Ew hinardekirin ji bo jîn û jiyara hemî gelên Îraqê giring in, herwesa ji bo aştî û ewlehiya enerjiya Civaka Navdewletî jî gelek giring in”.

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevanîkirina bicihanîna qanûnê berdewam be. Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekparçeyî û serxwebûn û desthilata destûrî ya dadgehên Herêma Kurdistanê diparêze. Qanûna petrol û gazê ya sala 2007ê ya Herêma Kurdistanê û tevaya qanûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî tên bicihanîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî herdem destûrê 2005ê diparêze û qanûna sala 2007ê diparêze û li ser şertên wan peymanan pabend dibe yên ku li dû wê qanûnê hatine kirin”.

Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Di meha yekê ya îsal de, her du şandên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê civiyan û, bê ku em zirarê bigehînin mafên xwe yên destûrî, li ser şertên qanûna budceya federalî li hev kir ku behsa mijara teknîkî ya mezaxtiyên berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê dike. Hevfehimandineke hevpar di navbera me de çê bû ku ew qanûn bê bicihanîn û hinardekirin bê zêdetir paşxistin bê destpêkirin, lewma jî em piştevaniya Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser şertên lihevkirina meha yekê pabend be û hêsankariyan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bike”.