Serok Barzanî: Em bê sererastkirina şaşîtiya Dadgeha Federalî tevlî hilbijartinan nabin

Serok Barzanî pêşwaziya Patiryakê Kenîseya Rojhilatê ya Aşûriyan li Cîhanê Qedaseta Patiryak Marawayê Sêyê û metranên Koma Pîroz dike
Serok Barzanî pêşwaziya Patiryakê Kenîseya Rojhilatê ya Aşûriyan li Cîhanê Qedaseta Patiryak Marawayê Sêyê û metranên Koma Pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Patiryakê Kenîseya Rojhilatê ya Aşûriyan li Cîhanê Qedaseta Patiryak Marawayê Sêyê û metranên Koma Pîroz dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 25.04.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Patiryakê Kenîseya Rojhilatê ya Aşûriyan li Cîhanê Qedaseta Patiryak Marawayê Sêyê û metranên Koma Pîroz kir.

Li dû ragehandineke Baregayê Barzanî, Patiryak Marawayê Sêyê di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê Serok Barzanî di piştevanîkirina pêkhatên dînî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê de hebû, herwesa ji ber vekirina baregayê serekî yê Patiryark li bajarê Hewlêrê spasiya Serok Barzanî kir, ku ji bo pabendbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana dînî amajeyeke ron e.

Her li dû wê ragehandinê, navbirî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber helwesta wî ya li ser biryara nedestûrî ya Dadgeha Federalî ji bo nehêlana kutayên pêkhatan, herwesa ragehand ku helwesta Serok Barzanî nîşana nerîneke mirovdostane ye û ji bo pêkvejiyan û tebahiya li Herêma Kurdistanê û Îraqê dilgermî û wefa ye.

Di pareke wê ragehandinê de hatiye, “Serok Barzanî her di wê hevdîtinê de hebûna ferhenga pêkvejiyanê li Kurdistanê wekî şanaziyeke mezin wesif kir”. Herwesa Serok Barzanî tekez jî kir, “Em dê bi hemî awayan wê ferhengê biparêzin û dê wê zengîntir jî bikin”.

Serok Barzanî amaje daye biryara nedestûrî ya nehêlana kutayan jî û tekez kiriye, “Em bê sererastkirina wê şaşîtiyê û bê tevlîbûna pêkhatan amade nînin ku tevlî hilbijartinan bibin ji ber ku bêparkirina pêkhatan lêdana nirxên dîrokî yên gelê me ye”.