Rewend Hisên: Sedema serkeftina çalakiya TEDx Niştîmanê piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye

Rewend Hisên
Rewend Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Çalakaiya TEDx Niştîmanê dibêje, “Yek ji sedemên ku wesa kiriye ev çalakî serkeftî be û her sal baştir û berfirehtir be, piştevaniya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye”.

Rêkxistinkerê Çalakaiya TEDx Niştîmanê Rewend Hisên îro (Pêncşem, 25.04.2024) di gotarekê de ragehand, “Her careka em bernameyekê li TEDx Niştîmanê rêk dixin, me du şert hene; şertê yekê amadebûna baştirîn axiftinker û mijaran e û yê duyê jî ew e ku em li ser dikeya TEDx Niêştîmanê çareseriyan ji bo wan arêşeyan peyda bikin ên ku li Herêma Kurdistanê û deverê hene”.

Rewend Hisên herwesa got, “Îsal zêdetirî 100 ciwanan çalakiya TEDX Niştîmanê bi rê ve dibin, herwesa her sal baştir û berfirehtir dibe. Ev yek jî ji bo du sedeman vedigere; sedema yekê piştevaniya rasterast a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye û ya duyê jî xwebexş û ciwanên TEDx Niştîmanê ne”.

Îro (Pêncşem, 25.04.2024) seet 14:30, bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, Gera Heftê ya Konfiransa Navdewletî ya TEDx Niştîmanê li Hewlêrê hat destpêkirin.

Gera Heftê ya Konfiransa Navdewletî ya TEDx Niştîmanê bi tevlîbûna 1500 kesan li hola Seid Ebdila bi rê ve diçe, tê de 13 kes ji ciwan, law, berpirs, konsul û rêkxistinan ji navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê gotaran pêşkêş dikin.

Konfiransa Navdewletî ya TEDx Niştîmanê her sal bi tevlîbûna bi hezaran kesan bi rê ve diçe, kesatî û rewşenbîr û xwedî-ezmûnên Kurdistan û cîhanê li beranberî mêvanan çîroka jiyan û ezmûna xwe di çend warên cuda de vedigêrin.