Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryarekê di berjewendiya xwedan pêdivîtiyên taybet de dide

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser şandina navên 13 hezar xwedan pêdivîtiyên taybet ji Wezareta Darayî ya Federalî re ji bo dabînkirina alîkariya darayî diyar dike.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 25.04.2024) ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser şandina navên 13 hezar xwedan pêdivîtiyên taybet ên nû, ku wekî qonaxa yekê pêşkinîn jê re hatine kirin, diyar kiriye, ji bo ku ji aliyê Wezareta Darayî ya Federalî ve alîkariya darayî ya mehane jê re bê dabînkirin”.

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî di ragehandinekê de amaje daye, “Piştî rawestiyana piroseya nivîsîna navên xwedan pêdivîtiyên taybet ên Herêma Kurdistanê ji bo dema zêdetirî 10 salan, li ser fermana rasterast a Serokê Civata Wezîrên Herêma kurdistanê, razîbûn ji bo arastekirina navên wan xwedan pêdivîtiyên taybet ên nû ji bo Wezareta Darayî ya Federalî hatiye wergirtin, bi merema daxwazkirina terxankirina darayî, ku di qonaxa yekê de bi merema dabînkirina alîkariya kêmendamiyê pişkinîn ji bo zêdetirî 13 hezar kesan hatine kirin”.

Li dû wê nivîsara ku Wezareta Kar û Karûbarên Civakî arasteyî Serokatiya Civata Wezîran kiriye, heta 24.10.2023ê, datayên wê wezaretê 13 hezar û 227 xwedan pêdivîtiyên taybet vedigire, ku wekî qonaxa yekê di dema borî de ji aliyê lijneyên taybetmend ve pişkinîn jê re hatine kirin.

Li beranberî wê yekê jî, Serokatiya Dîwana Civata Wezîran bi nivîsara hejmar 5298 a îro (Pêncşem, 25.04.2024) bersiva Wezareta Kar û Karûbarên Civakî daye û amaje daye, “Li ser fermana Serokê Civata Wezîran, karên pêdivî ji bo şandina nivîsara amajepêdayî û karên destpêkî ji bo Wezareta Darayî ya Federalî bikin, ji bo daxwazkirina terxankirina darayî”.