Serokê Hikûmeta Rûsyayê perlemanterekî Kurd xelat dike

Serokê Hikûmeta Rûsyayê perlemanterekî Kurd xelat dike
Serokê Hikûmeta Rûsyayê perlemanterekî Kurd xelat dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wan kar û xizmetên ku pêşkêşî Herêma Sêvirdloviskî ya Rûsyayê kirine, Serokê Hikûmeta Rûsyayê perlemanterekî Kurd ê Rûsyayê xelat dike.

Ji ber wan kar û xizmetên ku perlemanterê Kurd ê Rûsyayê Zelîmxan Motsoyêv pêşkêşî Herêma Sêvirdloviskî ya Rûsyayê kirine, li avahiyê Serokatiya Hikûmeta Rûsyayê li bajarê Moskoyê ji aliyê Serokê Civata Wezîrên Rûsyayê Mîxayîl Mîşustînî ve bawername û xelatê rêzlêgirtinê jê re hat pêşkêşkirin.

Berî çar salan jî, li roja 24.09.2020ê, ji ber wê xizmeta piralî ya Zelîmxan di warên cuda cuda de pêşkêşî Rûsyayê kiribû, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li koçka Kirimlinê medalyaya rêzlêgirtinê ya nimre yek a serokatiyê pêşkêşî Zelîmxan kir.

Zelîmxan Motsoyêv Kurdekî Êzidî yê Rûsyayê ye, li 13.10.1959ê li Tiblîsa paytexta Corciyayê hatiye ser dinyayê. Di 10 saliya wî de daybabên wî wexera dawiyê kiriye, lewma erkê çavdêrî û xwedîkirina birayek û du xûşkên wî keftiye ser milên wî.

Biyografiyaya Zelîmxan Motsoyêv:

-         Ji sala 1979ê heta 1981ê, di nav artêşa Sovyetê de xizmeta serbazî kiriye.

-         Li sala 1989ê Kolîja Aborî û Rêkxistina Avahiyan temam kiriye.

-         Ji bilî ku di karê xwe de serkeftî ye, heft zimanan jî dizane.

-         Li sala 1988ê çûye Moskoyê û bûye Berpirsê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Xwedîkarên Yekîtiya Sovyetê ya berê.

-         Li salên 1994 û 1995an, bûye serokê Yekîtiya Xwedîkaran a Rûsyayê.

-         Li sala 1999ê ji bo cara yekê wekî Endamê Perlemana Rûsyayê (Civata Duma) hat hilbijartin.

-         Li sala 2003ê ji bo cara duyê wekî Endamê Perlemana Rûsyayê hat hilbijartin.

-         Li sala 2007ê ji bo cara sêyê wekî Endamê Perlemana Rûsyayê hat hilbijartin.

-         Li sala 2012ê ji bo cara çarê wekî Endamê Perlemana Rûsyayê hat hilbijartin.

-         Li sala 2015ê ji bo cara pêncê wekî Endamê Perlemana Rûsyayê hat hilbijartin.

-         Di hilbijartinên 18.09.2021ê de bi piraniya dengan di bazina Herêma Pêrve-Yuraliskê “Civata Duma” ya Rûsyaya Federalî bû Endamê Perlemana Rûsyayê.

Bi vî rengî jî navbirî hejmara pîvayî di dîroka hilbijartinên Perlemana Rûsyayê de tomar kir ji ber ku ew yekane endamê perlemanê ye ku şeş caran piraniya dengan bi dest dixe.

Ew cîgirê Serokê Lijneya Peywendiyên Derve ya Perlemanê bû, niha Endamê Lijneya Bergiriyê ya Perlemana Rûsyayê û Serokê Lijneya Hevahengiyê ya Perlemana Rûsyaya Federalî-Îraqa Federalî ye.