Qayimqamê Çemçemalê ji K24ê re: Êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê bi rêya dronan hatiye kirin

Remik Remezan
Remik Remezan

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Çemçemalê radigehîne, “Nêzî seet 06:45 ê vê êvarê bi rêya dronan êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û hêşta zirarên canî nehatine piştrastkirin”.

Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan îro (În, 26.04.2024) di derheqa êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê taybet ji K24ê re ragehand, “Nêzî seet 06:45 ê vê êvarê bi rêya dronan êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê û hat kirin û hêşta zirarên canî nehatine piştrastkirin”.

Qayimqamê Çemçemalê got, “Heta niha ji aliyê tîman ve vekolîn ji bo zanîna cihê rabûna wan dronan û xeminandina qebareyê ziraran berdewam in”.

Birêveberê Nahyeya Qadirkeremê Sidîq Mihemed îro (În, 26.04.2024) ji K24ê re ragehand, “Berî demeke kêm Zeviya Kormorê ya Gazê hat moşekbarankirin û heta niha nehatiye zanîn ku ew moşek ji kî derê hatine avêtin”.

Di demên borî de jî gelek caran êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê li sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê hatiye kirin ku ji ber wan êrîşan hinardekirina gazê ji bo tevaya westgehên berhemanîna karebê hatiye rawestandin.

Ev zevî her roj çar hezar û 200 mêgawatên karebê berhem tîne ku du hezar û 800 mêgawatan ji bo Herêma Kurdistanê ne û yên mayî jî ji her du parêzgehên Kerkûk û Mûsilê re tên şandin.

Gaza Kormorê bi rêya boriyê ji westgehên karebê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin, wesa jî 67% ya kareba Herêma Kurdistanê dabîn dike.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku li sala 2007ê hatiye damezrandin dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê, ku kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.