Wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî: Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne

Westgeheke karebê
Westgeheke karebê

Navenda Nûçeyan (K24) - Her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî di ragehandineke hevpar de amajeyê didin, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne.

Her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (În, 26.04.2024) di haydariyekê de ji bo pişkdarên karebê amaje da, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne".

Wan wezaretan herwesa got, “Desteyên her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî tevî aliyên hevparên wan di bizava asayîkirina rewşê û dubare destpêkirina şandina gazê ji bo westgehên karebê de ne”.

Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan îro (În, 26.04.2024) di derheqa êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê taybet ji K24ê re ragehand, “Nêzî seet 06:45 ê vê êvarê bi rêya dronan êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê û hat kirin û hêşta zirarên canî nehatine piştrastkirin”.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku li sala 2007ê hatiye damezrandin dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê, ku kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.