Nêçîrvan Barzanî gehişt Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê û biryar e li destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê re bicive û sibe jî bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokê Civata Dadwerî Fayeq Zêdan û hejmareke serkirde û hêzên siyasî yên din re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Şemî, 27.04.2024) gehişt Bexdayê û biryar e li destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Li dû zanyaran peyamnêrê K24ê yê Bexdayê, giringtirîn pirsa civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dê girêdayî êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê û herwesa pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û hejmareke mijaran din ên girêyî Herêma Kurdistanê be.

Herwesa biryar e her îşev Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê tevlî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bibin, ku girêdayî encamên serdana Sûdanî ya ji bo Amerîkayê û herwesa serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê ye.

Herwesa biryar e di wê civînê de danûstandin li ser pirsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê jî bên kirin.

Nêçîrvan Barzanî îşev li Bexdayê dimîne, sibe (Yekşem, 28.04.2024) bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokê Civata Dadwerî Fayeq Zêdan û hejmareke serkirde û hêzên siyasî re bicive.