Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez dike

Alaya Yekîtiya Ewropayê
Alaya Yekîtiya Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê piştevanî û alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê tekez dike, herwesa tekezê dike ku êrîşa li ser Zeviya Kormorê êrîşkirina li ser welatiyên sivîl e.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler îro (Şemî, 27.04.2024) li ser tora civakî ya Xê serexweşî li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê kir û hêviya zû çarebûnê ji bo birîndarên wê êrîşê kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Îraqê di peyama xwe de nivîsiye, “Ev êrîş tev zirarê digehînin welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, ji bilî vê çi encamekî din nîne”.

Thomas Seiler herwesa gotiye, “Yekîtiya Ewropayê dê zêdetir bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re li ser ewlehî, seqamgirî û çaksaziyê alîkar be”.

Duhî (În, 26.04.2024) êvarê êrîşeke dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî bajarkê Çemçemalê hat kirin, çar karmendên wê hatin kuştin û du jî birîndar bûn ku xelkê Yemenê ne. Ev jî navên wan û salên bûna wan in:

-         Elî Ebûd - 1978

-         Yûsif Yasir Hemûd - 1986

-         Îsam Mihemed Ehmed - 1983

-         Ewez Ebde Elî - 1986

Hema piştî wê êrîşê, her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne”.

Zeviya Kormorê ya Gazê li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.