Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibeha îro (Yekşem, 28.04.2024) li Bexdayê bi Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm re civiya.

Heta dema berhevkirina vê nûçeyê jî, Srokatiya Herêma Kurdistanê çi zanyarek li ser naveroka vê civînê parve nekiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Şemî, 27.04.2024) bi merema tevlîbûna di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de gehişt Bexdayê, ku biryar e danûstandinan li ser tevlîbûna PDKyê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de, êrîşa li ser Zeviya Kormorê, hilbijartina serokê nû yê Civata Nûnerên Îraqê û çend pirsên din bikin.

Nêçîrvan Barzanî her duhî cuda cuda bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê berê yê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Tevgera Teqedumê Mihemed Helbûsî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê