Zêdetirî 60 milyon dînaran ji bo devera pîşesazî ya Ranyayê tên xerckirin

Ranya
Ranya

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 60 milyon dînaran ji bo konkirîtkirina cadeyên devera pîşesaziyê ya Ranyayê xerc dike.

Fermangeha Medyayê û Zanyaran parve kiriye, “Wezareta Şaredarî û Geştyariyê di fermaneke wezarî de, li ser rêjeya 15% ya dahata Serokatiya Şaredariya Ranyayê, razîbûna xwe li ser xerckirina gojimê 60 milyon û 689 hezar dînaran ji bo şaredariya Ranyayê diyar kiriye”.

Li dû wê fermana wezarî, ew gojim li ser dahata şaredariya Ranyayê ye û li dû pilana şaredariyê ji bo pirojeyê konkirîtkirina cadeyên devera pîşesaziyê ya Ranyayê tê xerckirin.

Ev çend roj in ku pirojeya qîrkirina cadeya dualî ya nav bazarê Ranyayê hatiye destpêkirin û bi temambûna wê, ji bilî ku arêşeyan trafîkê li navenda Ranyayê dê çare bibe, xemlekê jî dide wî bajarî.