Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin

Dema êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê
Dema êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê

Navenda Nûçeyan (K24) - Zanyarên Serbazî û Ewlehiyê tekîd dikin ku ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin, xasma ji devera valahiya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê li Selahedîn û Diyalayê.

Devera valahiya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê bûye çavkaniyeke berdewam a arêşeyan ji ber ku cihê hejmareke komên çekdar ên cuda cuda ye ku her yek ji wan girêdayî tevgerek û kesatiyeke diyarkirî ye.

Tevaya çavkaniyên serbazî û ewlehiyê tekîd dikin ku, ji nav axa Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin. Goman jî ber bi wî arasteyî ve ne ku, ew koma ew êrîş kiribû feyde ji valahiya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê wergirtiye, xasma ji navbera Selahedîn û Diyalayê ji ber ku ew drona li roja 26ê vê mehê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê kiribû ji aliyê başûrê wê zeviyê ve hatiye avêtin, yanî ji devera valahiya ewlehiyê.

Li dû zanyaran, çend komên çekdar ku girêdayî Heşda Şebî ne û mûçe û çekan ji wê werdigirin li devera valahiya ewlehiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê serdest in, wekî Ketîbeyên Bedir bi Serkirdetiya Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şebî Hadî Amirî, Ketîbeyên Seyiduşşuheda, Ketîbeyên Esaîb Ehlulheq ên Qyes Xezelî, tevî Heşda Tirkmenî ku xwe wekî pareke Heşda Şebî dibîne û li deverên Tirkmenan wekî Amirliyê, pareke Dûzê û jêriya Kerkûkê çalak in, hin caran jî Ketîbeyên Seraya Selam tên jêriya Kerkûkê û deverên Diyalayê, herwesa li deverên çiyayê Hemrînî û deverên rojavayê Diyalayê şaneyên DAIŞê jî hene û navber navber gurzan diweşînin.

Tevî ku li sala 2017ê biryara çêkirina Lîwaya 20ê ya Hevpar di navbera Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de ji bo pirkirina wan valahiyên ewlehiyê hatibû dan ên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de hene.

Di Lîwaya 20ê de cihê nêzî sê hezar Pêşmergeyan hatiye kirin lê Hikûmeta Îraqê heta niha rê nedaye ku mûçe ji bo Lîwaya 20ê ya Hevpar bên terxankirin û dest bi karê xwe bikin ji bo ku devera valahiya ewlehiyê kontirol bikin û ew gef bidawî bên ên ku li wê deverê li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê tên çêkirin.