Nêçîrvan Barzanî û Mihsin Mendelawî berdewamiya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê pêdivî dibînin

Nêçîrvan Barzanî û Mihsin Mendelawî
Nêçîrvan Barzanî û Mihsin Mendelawî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet li Bexdayê dicivin û her du alî çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê pêdivî dibînin.

Li dû zanyarên malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê (Yekşem, 28.04.2024) bi Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Mihsin Mendelawî re civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraqê, pirsa hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêngavên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û qanûnên pêdivî li Civata Nûneran li hev guhertin.

Her du aliyan çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo aramî û seqamgiriya welatî pêdivî dîtin û tekez jî kir ku aramî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê yek e û pêkve girêdayî ye.

Di wê civînê de, her du alî li ser giringiya alîkarî û hevahengiya aliyên siyasî ji bo misogeriya maf û berjewendiyên hemî pêkhatên Îraqê û parastina aramî û seqamgiriya siyasî ya welatî û birêvebçûna piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi tevlîbûna hemî aliyan hevnerîn bûn.

Dawî pêşhatên deverê bi awayekî giştî û encamên wê mijaran tewerekî din ê wê civînê bû.