Mesrûr Barzanî behînameyekê bo koça dawiyê ya Mamosta Kamil Jîr belav dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê ji bo koça dawiyê ya şair û nivîser û kesatiyê neteweperwer ê navdar ê Kurdistanê Mamosta Kamil Jîr belav dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 30.04.2024) di behînameyekê de amaje da, “Ez serexweşiyê li binemala rêzdar a şair û nivîser û kesatiyê neteweperwer ê navdar ê Kurdistanê Xudêjêrazî Mamosta Kamil Jîr dikim û ez hevparê xema wan im”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide binemal û kesûkar û dost û nasên Xudêjêrazî”.

Behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Ez serexweşiyê li binemala rêzdar a şair û nivîser û kesatiyê neteweperwer ê navdar ê Kurdistanê Xudêjêrazî Mamosta Kamil Jîr dikim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide binemal û kesûkar û dost û nasên Xudêjêrazî.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê