Wezareta Karebê: Hinardekirina gazê ji Zeviya Kormorê bo westgehên berhemanîna karebê hat destpêkirin

Zeviya Kormorê ya Gazê
Zeviya Kormorê ya Gazê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Hinardekirina gazê ji Zeviya Kormorê bo westgehên berhemanîna karebê hat destpêkirin”.

Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 01.05.2024) di ragehandinekê de amaje da, “Êvara roja Sêşemê Hinardekirina gazê ji Zeviya Kormorê bo westgehên berhemanîna karebê hat destpêkirin û pestana gazê ji bo westgehan bilind bû”.

Wezareta Karebê eşkere jî kiriye, “Di 24 seetên bê de her sê westgehên Hewlêr, Silêmanî û Baziyanê dest bi karî dikin”.

Ev di demekê de ye ku Kompaniya Dana Gasê duhî (Sêşem, 30.04.2024) di ragehandinekê de, ku wêneyekî wê ji bo K24ê şandibû, tekez li ser destpêkirina pêngavên berhemanîna gazê li Zeviya Kormorê kiribû.

Kompaniya Dana Gasê ragehandibû, “Li dû wan pêngavên kiryarkî yên ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo bihêzkirina sîstema bergiriyê ya Zeviya Kormorê ya Gazê û wergirtina soz û panedbûna li ser astê bilind hatine avêtin, Dana Gasê û hevparên wê dest bi rêkarên pêdivî ji bo destpêkirina berhemanînê li Zeviya Kormorê kiriye”.

Li roja Înê, 26.04.2024, êrîşeke dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê hat kirin û di encamê de çar karmendên Yemenî yên wê zeviyê hatin kuştin û hejmareke din jî hat birîndarkirin, ku ev êrîşa duyê bû di îsal de li ser wê zeviyê hat kirin.