Li Xarpêta Bakurê Kudistanê lehî rabû
Diyarbekir (K24) - Li Xarpêta Bakurê Kurdistanê, ji ber zîpik û barana ku ji şeva borî ve dibariya, li kolanên nav bajêr lehî rabû.
Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê vê hefteyê şilî serdest e, li bajarên wekî Diyarbekir, Xarpêt û navçeyên bi ser van bajaran ve baran dibare û nêzîkî 10 pileyan jî pileya germê daketiye.
Hat ragihandin ku li Xarpêtê jî ji şeva borî (01.05.2024) ve baran û zîpik dibarin û ev yek bûye sedem ku li nav bajêr bi çend cihan lehî rabe.
Hat zanîn ku ji ber van lehiyên biçûk, di rêyên çûnehatê de zehmetî hatiye kişandin.