Bêrecûk.. ji xaniyê pîrejinekê têra 3 barhilgiran qirşûqal hat derxistin

Bêrecûk
Bêrecûk

Diyarbekir (K24) - Li Bêrecuka Rihayê ji mala pîrejinekê qasî 3 barhilgirên tije qirşûqal hat derxistin, piştî ku qirşûqal ji malê hat derxistin, tîmên şaredariyê di nava malê de xebata dermankirinê dan destpêkirin.

Li navçeya Bêrecuka Rihayê ji ber ku bêhneke gemarî ji malekê dihat, şêniyên ku li wê taxê rûdinin bang li Şaredariya Bêrecûkê kirin.

Tîmên Şaredariya Bêrecûkê jî bi biryara dozgeriyê ketin nav wê malê û dîtin ku li hewşê û li jûran bi tonan qirşûqal hatiye komkirin.

Di xaniyê ku qirşûqal tê de hatiye komkirin de, pîrejinek ku ne welatiya Tirkiyeyê ye dijiya û nexwest tîmên şaredariyê derbasî nav mala wê bibin, lê piştî ku pîrejin hat qanekirin, tîm derbasî nav malê bûn.

Li gorî agahiyên hatîn parvekirin, têra 3 barhilgiran qirşûqal ji nav wê malê hatiye derxistin û qirşûqala ji malê hatî derxistin bo jinavbirinê bo derveyî bajêr hat veguhastin.

Tîmên şaredariyê jî ji bo ku malê paqij bikin û pêşî li nexweşiyan bigirim, di nava wê malê de dest bi xebata dermankirinê kirin.