Erdogan: Me li Hewlêrê danûstandinên erênî û berhemdar û dostane kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di konfiransekî rojnamevanî de radigehîne, “Me li Hewlêrê danûstandinên erênî û berhemdar û dostane kirin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Duşem, 06.05.2024) piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe li Enqereyê konfiransekî rojnamevanî rêk xist û ji rojnamevanan re got, “Me li Hewlêrê danûstandinên erênî û berhemdar û dostane kirin”.

Erdogan eşkere jî kir, “Îraqê PKK wekî rêkxistineke qedexekirî nasandiye”. Herwesa Serokkomarê Tirkiyeyê pêngavên Îraqê li dijî PKKyê giring dîtin.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de ji rojnamevanan re amaje da ku, hebûna PKKyê li Îraq û Sûriyeyê wekî gef li ser aramiyê û aborî dibîne. Herwesa got, “Em ji bo nehêlana terorê hemî derfetan bi kar tînin”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja 22.04.2024ê bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Her wê rojê Serokkomarê Tirkiyeyê gehişt Hewlêrê jî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Piştî civîna wî ya bi Serok Barzanî û berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re, medyayên Tirkiyeyê bi giringî ve behsa serdana Recep Tayyip Erdogan ji bo Hewlêrê kir. Îro jî Serokkomarê Tirkiyeyê bi xwe ew serdana xwe ya ji bo Hewlêrê wekî serdaneke berhemdar wesifand.