Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîka ji Mesrûr Barzanî re: Herêma Kurdistanê hevpeymana me ya stratejîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê pêşwazî li Birîkara Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, ku Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanawski jî tê de amade bû, pêşxistina peywendiyên dualî, parastina mafên mirovan û pêkhateyan, pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane, azadiya olî û asayîkirina rewşa Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Birîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê dilxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê, hevpeyman û hevpareke stratejîk a 360 pileyan Amerîkayê li Iraq û navçeyê ye.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser berdewaniya hevahengî û karkirina ji bo pêşxistina nirxên hevpar ên demokrasiyê, parastina mafên mirovan, azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê û azadiya civaka sivîl.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Amerîka kir û tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çespandin û bihêzkirina binemayên demokratîk, parastina azadî û mafên mirovan bi giştî kir.

Herwiha her du alî hevnêrîn bûn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bên lidarxistin, mafên pêkhateyên Kurdistanê bên parastin û hemû pirsgirêk û astengiyên li pêşiya proseya hilbijartinan bên çareserkirin.

Di mijareke din a civînê de, tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, derketina mîlîşya û girûpên neyasayî, rêxweşkirina li ber asayîkirina rewşa navçey, avakirina Şingalê û vegerandina xwebexş a koçberan bo cihên xwe hate kirin.