Li Zaxoyê Duyemîn Festîvala Şal û Şapik û Cilûbergên Kurdî bi sponseriya medyayî ya K24ê tê lidarxistin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro li Zaxoyê dest pê kir û Kurdistan 24 sponseriya medyayî ya festîvalê dike. Festîval dê du rojan berdewam be û çendîn çalakiyên cuda tê de tên pêşkêşkirin.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro li Zaxoyê dibin ku armanca wê parastina çanda Kurdî ye.

Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Konê Reş ji K24ê re ragihand, “kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kom bûne, ku ev yek ji xewnên min e, ji ber ku ev yek tê wateya zindîbûna me, ji ber ku ziman, cilûberg û mûzîka kurdî me diparêze.”

Festîval li Zaxoyê tê lidarxistin û dê du rojan berdewam bike. Kurdistan24 jî sponseriya medyayî ya festîvalê dike.

Rêkxerê Festîvalê Şivan Ebdî ji K24ê re ragihand: “Festîval dê çendîn warên cuda li xwe bigire. Roja yekem danê sibê panel, govend û muzîk e û êvarê jî dê birgên numayişkirina cilûbergan û şal û papikên Kurdî ne.”

Herwiha got: Di roja duyemîn de dê bi beşdariya hunermenda Bakurê Kurdistanê Aynûr Dogan dê birga mezin ya hunerî were lidarxistin.”