Erdogan ji bo tawanbarên 28ê Sibatê biryara lêborînê derxist

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Diyarbekir (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê sizayê generalên wek Çevîk Bîr, Çetîn Dogan, Fevzî Turkerî rakir, sedem jî wek temenê mezin û nexweşî hatin nîşandan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan biryara lêborînê ji bo generalên ji ber doza 28ê Sibatê hatibûn sizadan da û sizayê wan hat rakirin.

Di nava wan generalan de kesên wek Çevîk Bîr, Çetîn Dogan, Fevzî Turkerî, Ahmet Çorekçî, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Çetîn Saner, Erol Ozkasnak, Hakki Kilinç, Îdrîs Koralp, Îlhan Kiliç, Kenan Denîz, Vûral Avar û Yildirim Turker jî hene.

Dîroka 28ê Sibata 1997ê di dîroka Tirkiyeyê de wek derbeyeke leşkeri hember desthilata Serokwezîrê Berê Necmettîn Erbakan tê dîtin.

Di dema desthilatdariya Partiya Refahê ya Necmettîn Erbakan de, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan jî ji Partiya Refahê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bû.