Berdevka Dem Partiyê: Li Edene, Diyarbekir û Stenbolê xwenîşandan tên kirin

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) radigehîne, “Biryarên dadgehê li ser Doza Kobanê siyasî ne û em itîrafê bi wan biryaran nakin”. Herwesa dibêje, “Sibe li Edene, Diyarbekir û Stenbolê kombûnên cemawerî tên kirin”.

Di kongireyeke rojnamevanî de ku li bingeha partiya wan li ser biryarên dadgehê yên di derheqa doza Kobanê de hatine dan hat kirin, Berdevka Dem Partiyê got, “Ew biryarên li ser wê dozê hatine dan siyasî ne û em itîrafê bi wan biryaran nakin”. Amaje jî da, “Sibe em dê kombûneke giştî li Edene, Diyarbekir û Stenbolê rêk bixin û em dê bangî wan hemî kesan bikin ên ku xebatê ji bo azadî û wekheviyê dikin”.

Ayşegul Dogan ron jî kir, “Ev rewşeke tolvekirinê û dubare yarîkirinê bû, ew daxuyaniyên wekî aliyekî li ser doza Kobanê li destpêka wê dozê dane cihê xwe yê pêdivî di raya giştî de peyda nekiribû”.

Navbiriyê tekez jî kir, “Biryarên dadgehê çi hempayeke qanûnî nîne”. Herwesa pirsî, “Di rewşeke wesa de em dikarin behsa çi nermkirin û asayîkirin bikin?”. Amaje jî da, “Heta dadgehên destûrdayî jî nekarî peywendiyekê di navbera wan kesan de çê bikin ku di nerazîbûnên Kobanê de canê xwe ji dest daye û di vê dozê de hatine dadgehkirin”.

Berdevka Dem Partiyê herwesa got, “Felsefeya siyaseta partiyekê tê dadgehkirin, tola piroseya çarekirinê vedike”. Herwesa pirsî, “Eger opozisyonê di dema gehiştina xwe ji bo vê derê de xebateke yekgirtîtir kiriba, îro siyasetmedarên HDPyê dê li zindanê ban?”.

Ayşegul Dogan tekez jî kir, “Sibe li Edene, Diyarbekir û Stenbolê kombûnên cemawerî tên kirin”.

Ev di demekê de ye ku duhî (Pêncşem, 16.05.2024) Dadgeha Tirkiyeyê ji ber wan xwenîşandanên ku berî nêzî heşt salan li dijî dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê DAIŞê ve çê bûbûn, sizayê 42 salên zindankirinê li ser Serokê berê yê Partiya Demokrat a Gelan Selahedîn Demîrtaş sepand.

Herwesa di dawî rûniştina qanûnî ya doza Kobanê de, Dadgeha Enqereyê Serokê Şaredariya mzin a Mêrdînê Ehmed Turk jî bi 10 salên zindankirinê siza da û sizayê 30 salên zindankirinê ji bo Hevseroka Berê ya Partiya Demokrat a Gelan Fîgen Yuksegdag jî derxist.