Şaxa Diyarbekirê ya Dem Partiyê li hember biryarên Doza Kobanî bertek nîşan da

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Dem Partiyê hember biryarên Doza Kobaniyê li Diyarbekir çalakiyek lidar xist û di çalakiyê de hat amajekirin ku encamên Doza Kobaniyê nîşaneya tolhildana siyasî ye û rê li ber çareseriya pirsa Kurd a bi rêbaza siyasî digire û nayê xwestin pirsa Kurd were çareserkirin.

Piştî ku biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin di raya giştî de bertekên berfireh hatin nîşandan û pê re jî Diyarbekir û Mêrdîn jî tê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya 4 rojan a çalakiyan hat ragihandin. Lê rayedarên Dem Partiyê guh nedan qedexeyan û li Diyarbekir ber navendek danûstanê li hev civiyan û her çiqas destpêkê polîsan rê nedan jî paşê piştî guftugoyê rê bo daxuyaniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku ji serî de aşkere bû ku doza kaniyê dozek siyasî ye û ji aliyê hiqûqî ve bêbingeh e ku li aliyekê tolhildanek siyasî ye û li aliyekê rê li ber çareseriya pirsa kurd a bi rêbaza demokratîk digire.

Rayedarê Dem Partî yê Şaxa Diyarbekirê Îrfan Soner ji K24ê re got: “Hevalên me û hevserokên me yên berê bêtawan in, biryarek siyasî hatiye dayîn, ji bo ku rê li ber mafên kurdan were girtin biryarên wisa hatine dayîn. Emê jî tekoşîna xwe bidomînin.”

Beşdarên çalakiyê amaje kirin ku divê hemu aliyên siyaseta demokratîk û sivîl dixwazin hember biryarên nehiquqî bertek nîşan bidin ji ber ku hiquqa ku niha hatiye rawestandin dibe  ku rojek were bo herkesi pêwîst be û eger siyasetmedar niha bertek nîşan nedin dê zemîna siyasetê jî winda bibe.

Rayedarê Dem Partiyê Kenan Karahanci jî got: “Bi awayekî bêhiquqî sizayên bi sedan li hevalên me hatine girtin, helwestek bê qanunî hatiye nîşandan, em vê qebul nakin, gelê kurd qebul nake, heta ku biryar were sererastkirin emê li qadan bin.”

Her çiqas qedexeya çalakiyan hatibe ragihandin jî rayedarên DemPartiyê didin zanîn ku ew dê çalakiyên xwe bidomînin û di wê baweriyê de ne ku biryarên doza kobaniyê biryarên siyasî ne.