Xwediyê molekê li Hewlêrê 80 dikanan ji bo ziyanpêketiyên bazara Qeyseriyê dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek piştevanî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ziyanpêketiyên bazara Qeyserî, xwediyê moleke li Hewlêrê çend dikan û standan ji bo ziyanpêketiyên bazarê bêpere dabîn bike, heta ku karê nûjenkirinê bidawî bibe.

Xwediyê Tablo Mall li Hewlêrê Îbrahîm Tahir Ebdullah ji K24ê re ragihand, “Wek piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya ziyanpêketiyên bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê, em ê 80 dikan û 50 standan ji bo ziyanpêketiyên bazara Qeyseriyê heta salekê dabîn bikin.”

Îbrahîm Tahir Ebdullah got, dema em dikan û standan bidin wan, dê salekê hemû xizmet bêpere bin, piştî wê salê, ew azad in li molê bimînin an na.

Got jî: “Nûjenkirina bazara Qeyser piştî şewatê, dem jê re divê, ji ber wê kasibkarên ziyan gihîştine wan, dikarin karsaziya xwe li Tablo Mall berdewam bikin.”

Şeva 05.05.2024an li Hewlêrê agir bi beşeke bazara Qeyseriyê ket û piştî çend demjimêran ji aliyê tîmên berevaniya sivîl a Hewlêrê ve hat kontrolkirin.

Piştî bûyerê Parêzgarê Hewlêrê derbarê şewatê de daxuyaniyek da û da zanîn, 227 dikan û 7 embarên biçûk ên bazarê şewitîn û ziyan dîtine.