“Ciwanên Şoreşger” zarokekî din ê 15 salî li herêma Şehbayê revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger
Tevgera Ciwanên Şoreşger

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê zarokekî 15 salî ji mehekê ve revandiye û diya wî banga vegerandina wî dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Şehbayê zarokê 15 salî yê bi navê Elî Celal Sîdo ji roja 21ê Nîsana borî ve revandiye û li baregeheke HSDê tevlî xuleke rahênana çekdarî kiriye.

Diyar kir jî, Elî Celal Sîdo jidayikbûna sala 2009an e û ji gundê Heyatê yê Efrînê ye ku piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, ligel malbata xwe koçî bajarê Helebê kiribû û piştî erdheja 6ê Sibatê jî, malbata wî koçî herêma Şehbayê bûne.

Sekîne Sîdo ku diya wî zarokî ye, bi rêya girtevîdyoyekê bang li Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed kir ku kurê wê vegerînin nava malbatê.

Herwiha diya Elî bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan kir ku kurê wê vegerînin malê.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Elî Sîdo
Elî Sîdo