Dr. Elî El-Hêl: Mafê Kurdan heye ku bibin xwedî dewleta xwe

Dr. Elî El-Hêl
Dr. Elî El-Hêl

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteyekî zanîngehê dibêje, çaresernekirina kêşeyên Kurd û Filistînê, nehevsengiyê li Rojhilata Navîn û cîhana Erebî çêdike. Tekez dike jî: “Rawa ye Kurd bibin xwediyên dewleta xwe û ji bo vê jî xebateke mezin kirine.”

Mamostayê zanîngehê û lêkolînerê siyasî yê Qeterî Dr. Elî El-Hêl ji K24ê re got: “Kurd û Ereb gelek peywendiyên wan ên dîrokî hene û mafê Kurdan heye ku bibin xwedî dewleta xwe.”

Dr. Elî El-Hêl bal kişand ser wê yekê ku “çawa hebûna dewleteke Îsraîlê li cîhana erebî normal e, eger dewleteke kurdî nebe jî ne dadperwerî ye, bi kêmanî ev yek ji bo hevsengiya siyasî girîng e.”

Amaje bi wê yekê kir jî, Herêma Kurdistanê xwedî hemû bingehên bihêz ên dewletê ye û saziyên wê jî saziyên dewleteke bihêz in.

Wî mamostayê zanîngehê got, Kerkûk jî mafê Herêma Kurdistanê ye û divê ser bi Herêma Kurdistanê ve be.

Tekez kir jî, ya rast ew e ku divê Kurd bibin xwedî dewleta xwe û Herêma Kurdistanê îro bibe Komara Kurdistanê.