Berdevka Komisyonê: Divê rojeke nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî ragihand, komîsyonê dema xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, dirêj kir.

Cumana Xelayî ji K24ê re ragihand, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê niha ji bo pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ye. Lê divê Serokatiya Herêma Kurdistanê, rojek din ji hilbijartinan re diyar bike.

Herwiha got: “Komîsyonê ji bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan gotûbêjan bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re dike.” Got jî: “Bandora biryarên Dadgeha Federal li ser birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê û kursîyên pêkhateyan hebû.”

Serokê berê yê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Serbest Mistefa dibêje, heta ku giliya Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal neyê çareserkirin, roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nayê diyarkirin û pêşbînî tê kirin ku hilbijartin di navbera 15ê Îlonê heta 10ê Cotmeha 2024an de were lidarxistin.

Pêştir Dadgeha Federalî biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 110 kursiyan bo 100 kursî bên kêmkirin û kursiyên parêzgehên Herêma Kurdistanê bi vî awayî dabeş kiribû: Hewlêr 34 kursî, Silêmanî 38 kursî, Dihok 25 kursî û Helebce 3 kursî.

Duhî 21ê Gulanê jî Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara Komîsyona Dadwerî ya Hilbijartinan pesend kir, ku li gorî metna biryarê, 5 kursiyên pêkhateyan dê li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê bên dabeşkirin.