Rêya Geşepêdanê di Herêma Kurdistanê re derbas dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher û Rêveberê Giştî yê Rêyên Hesin ên Iraqê tekez kirin, projeya “Rêya Geşepêdanê” di Herêma Kurdistanê û Iraqê re derbas dibe.

Ano Cewher got: “Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi hevkariya ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, em bi Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Iraqê re û kompanyaya Îtalî ya taybet bi rê hesin re civiyan.

Diyar kir jî, “Di civînê de, pêşniyara Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê xeta trênê û otobana navdewletî ya bi navê Rêya Geşepêdanê de hat qebûlkirin ku di rojhilatê çemê Dîcleyê re ber bi Deşta Neynewayê ve biçe, piştre jî di deverên Sêmêl û Dêrabûnê re bigihe sînorê Iraq-Tirkiyê.

Rêveberê Giştî yê Rêyên Hesin ên Iraqê Yûnis El-Keibî jî got: “Rêya Geşepêdanê ji bendera Fawê heta Mûsilê 1200 kîlometro ye û hatiye pesendkirin, bi awayekî ku ji bakurê Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê ve û piştre bigihe sînorê Iraq û Tirkiyeyê.

Yûnis El-Keibî diyar kir jî: Demeke kêm ji bo cîbicîkirina projeya Rêye Geşepêdanê maye. Tekez kir jî: “Em dixwazin Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi tora navdewletî û rêya hesin ve girêbidin.

Da zanîn jî, salane 22 milyon ton dê bi rêyê re were veguhestin, bi taybetî ji deverên ku berhema neft û gaze heye. Ev tekane proje ye ku hemû Iraq tê de beşdar e, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê jî destên xwe di serkeftina vê projeyê de hene.

Pirojeya Rêya Geşepêdanê

Pirojeyê Rêya Geşepêdanê, yek ji wan xalan e ku di navbera Tirkiye û Îraqê de lihevkirin li ser hatiye kirin, ku di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Rêya Geşepêdanê ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê, ji Kendava Erebî di nav Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.

Rêya Geşepêdanê, pirojeyeke bazirganî ye ku Îraq dixwaze bi rêya wê bibe devereke giring a bihevgehandina welatên kendavê û welatên Ewropayê, tevî xalên wê yên mifadêr ji bo Iraqê, Rêya Geşepêdanê ji aloziyên siyasî û ewlehî û heta yên aborî jî ne dûr e.

Ev piroje li sala 2023ê ketiye ber behs û xeberan, ku ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê. Rêya Geşepêdanê di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Iraq, Tirkiye, Îmarat û Qeter tevlî Pirojeyê Rêya Geşepêdanê bûne.

Li gorî helsengandinên Hikûmeta Îraqê, mezaxtiyê wê projeyê nêzî 17 milyar dolaran e ku biryar e li sala 2050ê karên wê temam bibin. Rêya Geşepêdanê nêzî 100 hezar derfetên karî ji bo karkerên Îraq û Tirkiyeyê peyda dike, ku dê dema gehandina kelûpelan ji kendavê bo Ewropayê ji 30 rojan bo 15 rojan kêm bike, qazanca wê ya salane jî dê bigehe çar milyar dolaran.

Hejmareke astengan di rêya Projeya Rêya Geşepêdanê de hene, wekî hebûna hejmona komên çekdar ên Îraqê li wan parêzgehan ên ku ew rê tê re derbas dibe, neseqamgiriya siyasî ya Îraqê û guhertinên berdewam di biryaran de li dû hikûmetên cuda, hebûna projeyên din ên bi vî rengî ku metirsiya kêmbûna dahata Rêya Geşepêdanê jê tê kirin, wekî Projeya Beharatê ya Hindistanê bo Ewropayê û Projeya Hêla Hesin a Îranê bo Sûriyeyê.