Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê bûye pareke Rêya Pêşxistinê

Rêya Pêşxistinê ji Benderê Fawê heta sinorê Tirkiyeyê dirêj dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Birêveberiya Giştî ya Hêlên Asinî ya Îraqê û kompaniya bicihanînê ya Rêya Asinî ya Pêşxistinê ku kompaniyeke Îtalyayî ye peymana hevfehimandinê îmza kir.

Îmzakirina wê peymanê li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye, ku li roja 12.05.2024ê di çarçoveya sempozyoma girêdayî hişkesaliyê û bandora guhertinên seqayî li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Îraqê de, tevlî panelekê bû ragehand, “Ên ku nexşeya niha ya Rêya Pêşxistinê danaye pilanek heye”.

Rêya Pêşxistinê ji rêya bejahiyê, hêlên asinî û benderên avê pêk tê, ji Benderê Fawê yê başûrê Îraqê dest pê dike û piştî ku deverên Îraqê dibire li rojhilata rûbarê Dicleyî li Deşta Neynawayê derbazî nav axa Herêma Kurdistanê dibe û ber bi Sêmêlê û devera Dêrebûnê diçe heta digehe sinorê Tirkiyeyê. Bi vî awayî jî zêdetirî 32 kîlometrên wê rêyê kurt dibin, tevî wê yekê ku xerciya wê kêmtir e û ji aliyê ewlehiyê jî ve parastîtir e.

Pilan heye ku parêzgeha Kerkûkê jî bi vê torê ve bê girêdan. Herwesa li dû pilanan, qebareyê lihevguhertina bazirganî bi vê rêyê her sal dê 22 milyon ton bin.

Dirêjiya vê rêyê ji Benderê Fawê heta parêzgeha Neynawayê hezar û 200 kîlometr in, ji Herêma Kurdistanê jî heta sinorê Tirkiyeyê 117 kîlometr in.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê par her di çarçoveya wê panelê de ragehandibû, “Me di derheqa Rêya Pêşxistinê de pêşniyarek daye Bexdayê ku xerciya wê kêmtir e û feydeyê wê yê aborî zêdetir e”. Hêvî jî kiribû ku, “bi temambûna wê rêyê feyde tenê ji bo welatên derve nebe, belkî xelkê Îraqê jî feydeyî jê werbigire”.