Li Hewlêrê agir berbû kargeheke gazê

Kargeha Newrozê ya Gazê
Kargeha Newrozê ya Gazê

Navenda Nûçeyan (K24) - Agir berbû Kargeha Newrozê ya Gazê û sê kes bi tankerekê re di wê bûyerê de sotin.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd ji rojnamevanan re ragehand, “Ew şewat ji ber veguhastin û valakirina gazê ji tankerî bo tanka embarkirina gazê ya wê kargehê çê bû û sê kes bi tankerê veguhastina gazê re şeiwtîn, paşî goriya agirî derbazî tanka serekî ya wê kargehê bû ku nêzî 100 tonên gaza şil tê de bûn”.

Şaxewan Seîd herwesa got, “Ew kesên ku agir berbûye wan zêrevanekî wê kargehê û biryaekê wî û şofêrê wê tankerê bûn lê sotina wan sivik e û metirsîdar nîne”.

Navbirî amaje jî da, “Zêdetirî 15 tîmên Bergiriya Şaristanî tevlî vemirandina wî agirî bûn û di dema yek seetê de karî wî agirî kontirol bikin”.

Kargeha Newrozê ya Gazê dikve sinorê komelgeha Quştepeyê, li ser rêya serekî ya Hewlêr-Kerkûkê.