Çiyagerên Kurdistanê bi ala Kurdistanê çûn ser lûtkeya çiyayê Agirî
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke çiyager a ji Herêma Kurdistanê bi ala Kurdistanê çû ser lûtkeya çiyayê Agirî.
Roja 19ê Tebaxa 2022an de Tîma Hevbeş a Koma Çiyagerên Kurdistanê di bin çavdêrî û hemahengiya Beşa Teknîkî ya Federasyona Çiyagerên Kurdistanê de, gera xwe ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk anî.
Tîma Hevbeş a Koma Çiyagerên Kurdistanê roja 22ê Tebaxê gihîşt ser lûtkeya çiyayê Agirî û rêwîtiya wan bi rengekî ewle û serkeftî qediya.
Çiyayê Agirî bilindtirîn çiyayên Bakurê Kurdistanê ye, bilindahiya wî (5137) metro li ser asta deryayê ye û salane hejmarek mezin ji çiyageran serdana wê dikin.
Li gor Încîlê pîştî tofanê, keştiya Hz. Nûh li serê Çiyayê Agirî daketiye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin.
Beşda Teknîkî ya Federasiyona Çiyagerên Kurdistanê her sal geştên çiyagerî li derveyî welat ji bo grûpên çiyagerî yên Kurdistanê birêk dixe, da ku ezmûn û şarezayiyên teknîkî di warê çîyayî û pêşxistina vê werzîşê li Kurdistanê de kom bike.