Serokê Komara Îslamî ya Îranê gehişt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê gehişt Bexdayê û biryar e sibe serdana Herêma Kurdistanê jî bike.
Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Çarşem, 11.09.2024) parve kir, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwaziya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.”
Serokê Komara Îslamî ya Îranê serdana hejmareke parêzgehên Şîeyan û mezaran dike, herwesa biryar e sibe (Pêncşem, 12.09.2024) serdana Herêma Kurdistanê jî bike.
Tê çaverêkirin ku Pizîşkiyan hejmareke yadaştnameyên ewlehiyê bi berpirsên Îraqê re îmza bike. Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêştir amaje dabû ku, dixwaze karên wî yên pêşiyê bihêzkirina peywendiyan bi welatên cîran re be.