Îran veguhertina girtiyan ligel Amerîkayê red dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê veguhertina girtiyan ligel Amerîkayê red dike.

Berpirsekî Wezareta Derve ya Îranê duh, 25ê Tebaxê, li ser zarê konsulgerê wezaretê Hesen Qaşqawî ragehand ku, li parlemento û wezaretê behsa pirsa veguhertina girtiyan ligel Amerîkayê nehatiye kirin.

Piştî rêkeftina atomî ya grûpa welatên 5+1 û Îranê, peywendiyên di navbera welatê navborî û welatên rojavayî de ber bi başbûnê ve çûn, lê heta niha Amerîkayê di warê dîplomasî de ti pêngav ligel Tehranê neavêtine.

Pisporan jî çaverê dikir ku piştî wê rêkeftinê, proseya veguhertina girtiyan di navbera Washington û Tehranê de birêve biçe, lê heta niha ti amajeyên wê yekê neketine rojevê.