Erdogan: Êrîşên Rûsya li Sûriyê nayên qebûlkirin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeya

 

Tirkiyê operasyonên Rûsyayê li Sûriyê şermezar dike û dibêje ku ew operasyon "şaşiyeke mezin e" ku ji aliyê Enqerê ve nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyekê de bo rojnameya Hurriyet a Tirkiyê Serokmarê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan duh, 4ê Cotmehê, ragehand ku operasyonên Rûsyayê dê wê bixin “tenhaiyeykê” de li navçeyê.

Erdogan diyar kir ku ew operasyon ji aliyê Enqerayê ve nayêne qebûl kirin û bi "şaştiyeke mezine" binav kir.

Êrîşên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê ji 30ê Îlonê ve hatine destpêkirin, Wezarata Bergirî ya Rûsyayê jî eşkere dike ku, wan 20 êrîşên esmanî li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kirine.

Daxuyaniyên Erdogan weke yê Serowezîrê Brîtanyayê David Kameron ku berî niha ragehandibû ku tevgera leşkerî  ya Rûsyayê li Sûriyê şaştiyeke mezine.

Her yek ji Amerîka, Brîtaniya, Fransa, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê jî bi guman li wê êrîşên Rûsyayê dinêrin, didin xuyakirin jî ku mebest ji wê pêngava Moskoyê piştgiriya rejîma Sûriyê ye.

Rûsya jî radigehîne ku, di êrîşên xwe de, firokeyan karîne 10 pêgehên DAIŞê jinav bibin, serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed jî wê yekê piştrast dike.

Ji aliyek din ve NATO û Amerîkayê jî ragehandibûn ku, hin rapor gehiştine dest wan ku dibêjin ew operasyonên Rûsî li dijî pêgehên opozîsyona Sûriyê hatine encamdan.