Şer û pevçûn li Sêrt û Batmanê berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûnên navbera polîsên Tirk û endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk YDG-Hê berfirehtir dibin.
Li Bakurê Kurdistanê, şeva borî 6 Cotmehê, li bajarên Sêrt û Batmanê di navbera polîs û endamên YDG-Hê de pevçûn derket.
Li bajarê Sêrtê çalakvanên YDG-Hê xwestin ku kûçe û kolanan ji veguhestinê re bibirin. Lê ev yek rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi top û bombeyên gazê mayteya çalakvanan kirin.
Herwiha li Batmanê taxên wekî Baglar û Pazaryerîyê jî endamên YDH-Hê bombe danîn ser riyan û bi çekan êrîşê polîsan kirin. Di encamê de 4 kes birîndar bûn 4 jî hatin binçavkirin.