Almanya carek din li dijî endamtiya Tirkiyê di YEyê de derdikeve

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Almanyayê carek din tevlîbûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de red dike û dibêje ku dibe têkilî ligel Tirkiyê wek "hevkareke cûda” were kirin.

Di daxuyaniyekê de Şêwermenda Almanyayê Angela Merkel îro, 8ê Cotmehê, ragehand ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyb Erdogan  helwesta wê derbarê endametiya welatê wî di Yekîtiya Ewropayê de baş dizane,  tekez jî li ser helwesta xwe kir.

Herwiha Merkel diyar kir ku ew bi wê yekê re ye ku geşepêda di hevahengiyên her du welatan de hebe bê ku Tirkiyê posta endametiya YEyê werbgire.

 Angela Merkil di slala 2005an de û berî bibe Şêwermenda Almanyayê li dijî tevlîbûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de bû.

Tirkiyê di sala 1989an de daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku bibe yek ji endamên wê, lê ew daxwaz piştî deh salan ango di sala 1999 an de  hate qebûl kirin  û danûstandinan hatin destpêkirin.

Lê ji ber nerazîbûna endamên YEyê, ew danûstandin weke pêwîst bi rêve neçûn.

Sedema herî girîn  a  nerazîbûna welatên Yekîtiya Ewropayê ji tevlîbûna Tirkiyê: pirasa Kurdan, yasaya Mafê Mirovan, herwiha dan nepêdana Tirkiyê bi komara Qubrisê ku yek ji welatên endame di Yekîtiya Ewropayê de. pirsa Ermeniyan jî yek ji sedemên ne razîbûna welatên endam bû.

Di 25ê Çileya sala  2005an de her yek ji Austria û Denmark piştgirya biryarekî kirin, li gor biryarê, dibe Tirkiyê bi merc bibe endama YEyê. Ew biryar ji aliyê Almanya û Holandayê ve jî hat qebûlkirin. 

 Serokê Amerîka  yê berê Bill Clinton di kongireya parastin û hevahingiya Ewropî ya ku di sala1999an de hatibû li darxistin de, piştgiriya xwe ji tevlîbûna Tirkiyê di Yekîtiya Ewropayê de anîbû ziman.

Ji aliyê xwe ve jî û di 5ê Nîsana 2009an de Serokê Amerîkayê Barak Obama ragehandibû ku di  şerê zordariyê de pêwîste Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê û Amerîka xwe weke dost, cîran û hevkar nêzîkî Misilmanan bikin.

Di salên dawî de piştguhxistina endametiya YE ji aliyê Tirkiyê û rexneyên ku Ewropiyan li siyaseta Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan digirtin hişt ku sarbûneke di hewldanên Tirkiyê de çêbibe.

Lê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di kirîza penaberan amadebûna xwe ji Tirkiyê re bo alîkariyên madî anî ziman ji ber ku di nerîna wê de welatê Tirkiyê barê herî mezin ji penaberan li ser mile xwe hildigre.