Firoke çekdarên Fransî yên nav DAIŞê bombebaran dikin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Fransayê radgehîne ku firokeyên wan pêgehên perwerdekirina şervanên Fransî yên li nav DAIŞ li Sûriyê armanckirine.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Bergirî, Jean-Yves Odrian duh, 11ê Cotmehê, ragehand ku rêxisitna Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) erdê Sûriyê bo perwerdekirina “terorîstên” ku dê êrîşî Ewropayê bikin bi kartîne.

Odrian da zanîn ku firokeyên welatê wî di operasyonekê de pêgehên perwerdekirina çekdarên Fransî û yên bi zimanê Fransî daxifin li nav rêzên DAIŞê li parêzgeha Reqayê bombebaran kirine.

Herwiha Wezîrê Fransî eşkerekir ku hebûna pêgehên perwerdekirina wan çekdarên Fransî ji aliyê asayîşa Fransayê ve hatibû piştrastkirin.

Fransayê di 27ê Îlona borî de yekmîn operasyonên xwe dijî rêxsitina DAIŞê li Sûriyê pêkanînûn.