Obama: Stratejiya me û Rûsya li Sûriyê ji hev cuda ye

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka radgehîne derbarê Sûriyê ti nêzîkbûnek navbera wan û Rûsyayê de çênebûye, diyar dike jî ku bi lêxistina topan çareserî dernakeve holê.

Serokê Amerîkayê Barak Obama duh,16ê Cotmehê, ragehand ku Rûsya bi lêxstina toban nikare çareseriyeke siyasî di Sûriyê de peyda bike, da zanîn jî ku ti nêzîkbûneke stratejîk di navbera Washington û Moskoyê de li ser krîza Sûriyê “çênebûye.”

Piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê di 30ê Îlona borî de, Amerîka (ya ku serpereştiya êrîşên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dike) ligel welatê navborî ket gotûbjan, ji bo ku ti rûbirûbûnek nexwestî navbera firokeyên her du aliyan de dernekeve.

Lê beriya niha Moskoyê ragehandibû ku, Amerîkayê red kiriye ku ti şandeyek Rûsî derbarê krîza Sûriyê de pêşwazî bike, herwiha ti şandeyekê jî naşîne Rûsyayê.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin, roja Sêşema borî gotibû ku, ew helwesta Amerîkayê nîşana wê yekê ye ku “ew welatê armancên xwe li Sûriyê nas nake.”

Obama diyarkirbû ku Rûsya bi lêxstina toban nagehe çi çareseriyeke siyasî di Sûriyê de pêkbîne  û got ku piştgirya wî welatî ji Beşar Esed (serokê rejîma Sûriyê) re wê bisernekeve.

Welatên rojava û Amerîka û welatên herêmî jî dibînin ku, ew êrîşên Rûsyê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ye, piştî ku şervanên opozîsyona Sûriyê karîbûn destkeftên girîng li ser erdê bidest bixin.

Lê Rûsya û Sûriyê jî berdewam wê yekê red dikin.