“Kongreya Munich a Asyîşê” li Tehranê bi rêve diçe

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Bi sedema nebûna ewlehiyê li navçeyê û bi amadebûna 78 wezîr û kesayetiyên navdewletî, civîna grûpa kar a “Kongreya  Munich a Asayîşê” li Tehran tê li darxistin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî amade ye.

Kongreya Munich a Asayîş, yek ji kongreyê herî mezin û girînge ku sala ne di meha Sibatê de, derbarê asayişa navdewletî de li bajarê Munichê tê li darxistin.

Di daxuyaniyekê de Alîkarê Siyasî yê Ofîsa Serokomarê Iranê Hemîd Ebo Talibî duh, 16ê Cotmehê ragehandibû ku 18 Wezîrên Derve û 60 kesayetiyên siyasî, ewlehî û Parlametar ji Ewropa û Asiyayê amadedibin, ji wan jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî ye.

Talibî da zanîn ku civîna wê derbarê rêkeftina atomî de were lidar xistin û diyarkir ku civîn bi serpereştiya grûpa kar a Kongreya Munch û Navenda Lîkolînên Siyasî û Navdewletî ya ser bi Wezareta Derve ya Îranê bi rêve diçe.

Di wê konferensê de her yek ji  Serokê Kongreya Munich a Asayîşê, Wolfgang Schafer, Wezîrê Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zerîf û 18 Wezîrên Derve yên Ewropî  û Navnetewî dê amade bibin.

Ji aliyê xwe ve Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî berî niha ragehandibû ku bi mebesta başdarbûn di konfransa Munichê de Serokwezêr Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike.

Ergoşî ji K24ê re da zanîn ku pêşbînî tê kirin ku  di çarçoveya wê konferensê de Barzanî  hevdîtinê li gel çend rayedar û berpirsên wî welatî bike.

Li gor ajansa fermî ya Îranê (ÎRNA), konferens tenê yek roj berdewam dike.