Firokeyên Rûsyayê 700 êrîş li Sûriyê encamdane

Kurd24

 

K24-Navenda Nçeyan

 

Artêşa Rûsyayê radgehîne ku firokeyên wan 705 êrîşên esmanî li Sûriyê kirine, gumanên li ser armanca wan êrîşan jî berdewamin.

Di daxuyaniyekê de Serokerkanê Artêşa Rûsyayê, Andrei Kartapolov, duh, 17ê Cotmehê, ragehand ku piştî du heftiyan ji destwerdana wan di Sûriyê  “456 pêgehên DAIŞê jinav birine.”

Serokê Rûsyayê berî niha eşkerekirbû ku ji 5 heta 7 hezar hemwelatî ji Rûsyayê û Yekîtiya Sovyatê di nav rêzên DAIŞê de ne û diyar kir ku, rêxstina DAIŞê bi awayeke mezin paşketiye û lawazbûye.

Welatên rojava û Amerîka û welatên herêmî jî dibînin ku, ew êrîşên Rûsyê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ye, piştî ku şervanên opozîsyona Sûriyê karîbûn destkeftên girîng li ser erdê bidest bixin.

Lê Kartapolov diyarkir  ku êrîşên wan tenê li  dijî  “DAIŞ û grûpên radîkal in” herwiha navborî Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka tuhmetbar dike ku  ew navêndên Artêşa Sûriyê armancdikin .

Ji aliyê xwe ve balyozê Sûriyê li Moskoyê Riyad Hedad kêfxweşiya xwe ji avakirina navendên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê de nîşan da û diyar kir ku ew bawerin ku artêşa Sûriyê li gel hêza Rûsyayê hemû grûpên radîkal ji navbibin.
Firokeyên Rûsyayê ji firokexaneya Himêmîm (li parêzgeha Laziqiyê) ku niha bûye binkeyeke leşkerî, difrin.