Alîkariyên mirovî derbasî nevçeyên rojavayê Sûriyê dibin

Kurd24

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna sê heftiyan bi ser ragehandina agirpestê,  yekemîn karwana alîkariyan derbasî gundên "Medaya, Kefreya û Fûhe"  li parêzgeha Idlibê dibin.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh, 18ê Cotmehê ragehand ku sê barhilgir ji alîkariyên mirovî bo cara yekem derbasî bajarokê "Medaya" li nêzîkî bajarê Zebedanê (başûrê-rojavayê Şamê) bûn, di heman dem de sê barhilgirên derbasî her yek ji gundên "Kefreya û Fûhe" bûn.

Berî niha di 12ê Tebaxa borî  de li heman navçeyan agirbesteke din di navbera rejîma Sûriyê û alîgirên wê de weke Hizbûlaha Libnanî û çekdarên opizîsyona Sûriyê hatibû ragehandin.

Ji aliyê xwe Tevgera Ehrar el-Şam jî tekez kir ku agirbest li rojavayê Sûriyê dûrî pêgehên rêxistina DAIŞê cîbicî bûye.

Armanc ji agirbestên borî ew bû ku derfetekê bidin danûstandinan da li bajarê Zebedanê her du gundan bigehin agirbesteke dirêjtir.

Berî niha û di 16ê Cotmehê de berpirsê alîkariyên mirovî Stephen Brian di daxuyaniyekê de bo rojnameya el-Heyat ragehandibû ku piştî destêwerdana Rûsyayê di Sûriyê de dê erkê wan bo şandina alîkariyan li Sûriyê astegbike.

Brian pêşbîniya wê yekê jî kirbû ku karwanek ji alîkariyên mirovî derbasî bajarê Zebedanê bibe.