Rola jinê di tevgera siyasî de

Kurd24

 Ev nerîna nivîskar bi xwe ye û Kurdistan24 jê ne berpirsyar e

Di civakên pêşketî de yek ji mercên herî giring a wê civakê ew e ku di siyaseta xwe ya navxweyî de peransîbên Demokratiyê bikar tîne, ji wan piransîban rêjeya nûneratiya jinan di Parlemntoyê, herwiha beşdarbûna wê di yasadanînê de û standina biryarên  geşepêdan, avakirin û çareserkirina pirsgirêkan di dema şer û aştiyê de .

Gelo, ma rast e siyaset hunera desthilatdariya mirovan e, weke ku "Benito_Mussolinî" dibeje?

Gelo çawe jin biryarên siyasî dide bê ku karê siyasî neke?

Gelo di nav civaka Kurdî de siyasetmedarên jin hene?

Di baweriya min de eger  jin karê siyasetê neke dê nekaribe beşdariyê di standina biryara siyasî de jî bike.

di civaka Rojavayê Kurdistanê weke nimûne beşdarbûna jinan di tevgera siyasî de kêm û lawaz e, sedemên vê yekê jî gelek in ji wan jî ku jin bi xwe ne bawer e bi tevlîbûna xwe di tevgera siyaysî de nîne, herwiha partiyên siyasî jî yek ji wan sideman e dema rêyan li ber tevgera wê digirin.

Di destpêka damezrandina tevgera siyasî li sûriyê de ji sala1957 ve rêxstinên jinan ên partiyan hebûn, lê ne hebûneke xwedî bandor bû, tenê siyastmedarek bû bi pîvana partiyên siyasî.

Herwiha ew jinên ku rêjeya wan li ser tiliyên destan di tevgera siyasî de dihatin hejmartin girêdana wan a malbatî bi wan kesên ku di cihê biryarê de di partiyên siyasî de kar dikirin hebû weke bav, bira û mêr ango hevjîn, yan hebûna wan weke pirwazekê mebest eger neban, ew partî û tevgera siyasî bi giştî cihê rexnê û şermezariyê bû, ji ber ku nebûna jinan li dijî piransîbên wan partiyan bûn.

Ji aliyeke din ve metrisya malbat û nerînên civakê yên xirab dudiliyek li cem jinan peyda dikir ku tevlî çalakiiyên siyasî bibe.

Rast e civaka Kurdî di Rojavayê Kurdistanê de hink pencereyên azadiyê li ber jinan vekirîne weke xwendina akademî lê ev yeke berovajî bandor xwe li tevgera wê siyasê nekir, tenê xizmeta beşdarbûna wê di warê aborî de kir, ev yek jî ango karê jinan û serxwebûna wê ya aborî dikir xizmeta jiyana wê ya aborî de 

Eger em bala xwe bidinê di hemû peymanên vê dawiyê de yên di navbera ENKS û TEV-DEMê de hem jî rêje û hem jî bandor ji aliyê kesayetiyên jin ve nebûn.

bi wê rêjeya xwe ya kêm û lawaz jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê her dem di kar û xebata siyasî de li kêleka mêr bû, ji destpêka damezrandina wê di salên pêncî de heta weke îro, herwiha di serhildana Qamişlo sala 2014 an bi rêjeyeke mezin û berçav beşdarî xwepêşandana li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê dikir,  gelek caran rastî girtin, êşkence, destdirêjî û kuştinê jî dihat lê beşdarûna wê weke şervanekê di rizgarkirina bajarê Kobanê de dengvedaneke mezin li ser asta cîhanî û navdewletî di berevaniya welatê xwe de kir.